Li gorî HRANA’yê di nava 24 saetên bihurî de li 16 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, 425 êriş pêk hatin.
Tê gotin di van êrişan de baregehên leşkerî, baregehên Muxafizên Şoreşê, navendên Besîc, balafirgehên leşkerî, navendên polîsan, depoyên neftê û binesaziya Îranê bûne hedef.
Li gorî heman raporê, di encama van êrişan de 36 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 48 jî birîndar bûn.
Hate gotin ku herî zêde êriş li ser parêzgeha Elburz, Xuzistan, Esfehan, Qezwîn û Qumê çêbûne.
Li gorî heman çavkaniyê, ji roja şer destpêkirî heya doh, (7 Nîsan) hezar û 710 welatî jiyana xwe ji dest dane. Tê gotin ji vê hejmarê 254 jê zarokên di bin temenê 18 salî de ne.